Tesîsa ji bo qedayîfa tescîlkirî ya Diyarbekirê

Li ser eleqeya nîşanî "qedayîfa badayî" ya şirînahiya tescîlkirî ya Diyarbekirê didin bi piştgiriya dewletê li ser 3 hezar qeremêtre erdî tesîs hat avakirin

Tesîsa ji bo qedayîfa tescîlkirî ya Diyarbekirê

Li ser eleqeya nîşanî "qedayîfa badayî" ya şirînahiya tescîlkirî ya Diyarbekirê didin bi piştgiriya dewletê li ser 3 hezar qeremêtre erdî tesîs hat avakirin.

Li Diyarbekirê bi sedan sal in qedayîfê wekî bi şîr, fistiq, guz, to, penêr, badayî, duz û şivkî çêdikin. Piştî ku Saziya Marqe û Patentê ya Tirkiyeyê qedayîf tescîl kir jî nav û dengê wê gelekî belav bû. 

Li ser eleqeya mezin ya nîşanî vê şirînahiyê dan karsazekî li bajêr proje amade kir ji Saziya Piştgiriya Pêşketina Herêman û Çandiniyê alîkariya ji sedî 50, ji Ajansa Pêşketinê ya Qerecdaxê jî 300 hezar lire piştgiriya ekîpman û makîneyan sitand.

Karsaz sermayeya xwe jî li ser vê piştgiriyê zêde kir û li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Diyarbekirê li ser 3 hezar qeremêtre erdî tesîs ava kir. Li tesîsê di rojê da 800 kîlo şirînahiyê çêdikin û 65 kes lê dixebitin.

Li tesîsê şirînahiyên wekî "qedayîfa badayî", "sutlî nuriye", peqlawe û cureyên qedayîfê çêdikin, hedef ew e ku di rojê da 2,5 ton şirînahiyê çêbikin û 300 kesî îsdixdam bikin.

Murat Altunhanê tesîs ava kir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bavê wî di sala 1945an da li dikaneke 20 qeremêtreyî dest bi vî karî kir, herî dawîn jî dikana wan 600 qeremêtre bû.

Sîstema otomasyonê

Altunhan diyar kir ku dema eleqe zêde bû dikana wan a berê têrê nekir li ser vê bi piştgiriya dewletê va li ser 3 hezar qeremêtre erdî tesîseke teze ava kirin.

Altunhan wiha axivî: "Fikra me ew e ku li nav û dervayê welêt marqeya xwe mezin bikin. Em nika derbasî sîstema otomasyonê bûn, sîstema me bi lez dixebite. Nika di rojê da 800 kîlo şirînahiyê çêdikin. Dema bi tevahiyê kapasîteyê bixebitin em ê di rojê da 2,5 ton şirînahiyê çêbikin. Bi îzna Xwedê em ê bigihêjin hedefa xwe."

Altunhan got kêfxweşiya herî mezin jî zêdekirina îstixdamê ye û wiha pê da çû: "Ji vê derê 65 malbat debara xwe dikin. Ev jî min kêfxweş dike. Înşellah em ê kapasîteya xwe zêde bikin û hejmara xebatkaran derxin 300 kesî."

"Nanê xwe bistînim û zarokên xwe bidim xwendin"

Saîme Yildiza dayîka 5 zaran a li tesîsê dixebite diyar kir ku mêrê wê wezîfedarê apartmanekê ye, ji ber tunebûnê îmkan nedîtin ku hin zarokên xwe bidin xwendin.

Yildizê got ji ber ku dahatê qezenc dike gelekî kêfxweş û wiha axivî: "Nika kêfxweş û serbilind im. Nan dibim mala xwe, pere dikeve destê min. Ji karsazê xwe û dewletê ra sipas dikim. Ez ê bi vê îmkanê nanê xwe bistînim û zarokên xwe bidim xwendin."

Kubra Ugurluya xebatkar jî got berê di karên berwext da dixebitî û wiha pê da çû. "Ji ber ku karê min ê berdewam heye kêfxweş im. Sîgorteya min heye û mehaneya min di rojê da tê dayîn."

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 16:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE