Tesîsa kuvarkan

Miteşebîsa jêhatî kuvarkan digihîne û difiroşe

Tesîsa kuvarkan

Em ê niha jî çîrokeke cotkareke xwedîxîret bînin pêşberî we. Ew lİ Derika Mardinê, di tesîsê de kuvarkan hildiberîne. Em behsa miteşebîs Ayşe Yilmazê dikin. Yilmaza jîr, niha bı 8 xebatkarên xwe her roj bi dehan kîlo kuvark berhev dike.

Navê wê Eyşe Yılmaz e. Li zanîngehê beşa zîraetê xelas kiriye.

Yilmaz Xanimê demekê amadehiya ezmûnan kiriye lê paşê depoyek ji xwe re kiriye tesîs û li wê derê dest bi hilberandina kuvarkan kiriye.

Cotkara jêhatî niha li ba xwe 8 kesan dixebitîne û piştgiriyê dide aboriya Derikê.

Muteşebisa ciwan niha jî dixwaze tesîsa xwe mezin bike û berên xwe bifroşe çar aliyên welêt.

Eyşeya hilberîner dibêje gihandina kuvarkan zehmet e.

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2020, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE