Tesîsên masiyan ên Elazığê

Masiyên sorbelek ên Kebanê îxracê gelek welatên biyanî dikin.

Tesîsên masiyan ên Elazığê

Li Elazığê tesîsên ku masiyên sorbelek digihînin, li ser Çemê Firatê hatine avakirin. Salê tenê ji van tesîsan nezî 500 ton masî tên mezinkirin.

Masiyên tesîsan ji bilî nava welêt tên şandin Rusya, Almanya û Japonyayê jî.

Masiyên sorbelek cureyekî masiyên çem in ku zû mezin dibin. Ev cûre masî bi taybetî jî di çemê Firatê de zêde dibin.

Ev dîmen jî ji tesîsên Kebana Elazığê ne. Li ser çem tesîsên gihandina masiyan hatine avakirin.

Li ser Kebanê 161 tesîsên masiyên sorbelek hene û salê nêzî 500 ton masî tên hilberîn.

‘’Em li gorî daxwazê hilberînê dikin. Em masiyên xwe him ji şîrketan re him jî ji masîvanên nava welêt re dişînin.’’

Masiyên sorbelek ên tamxweş, him dişînin gelek bajarên Tirkiyê him jî îxracê gelek welatên biyanî dikin.

Li tesîsan ji bilî hilberîna masiyan dotina wan jî tê kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE