Li Mardînê tesîsên ku masiyên sorbelek hildiberînin, li ser Çemê Ava Spî hatine avakirin. Salê tenê ji van tesîsan 400 ton masî tê hilberîn. Masî him di loqenteyan de tên xwarin him jî tên firotin.
Masiyên sorbelek cureyekî masiyên çem in ku zû digihîjin.
Bi taybetî di nav çemê Ava Spî de zêde çêdibin.
Niha li ser vî çemî tesîsên gihandina masiyên çem hatine avakirin.
Li van tesîsan him masî tên firotin him jî wek biraştî tê servîskirin.
Îsal xebata tesîsê ji ber nexweşiyê dereng dest pê kir lê eleqe ji berê zêdetir e.
Li 5 tesîsên li ser Ava Spî, salê 400 ton masî tê gihandin.