Tevdîrên ji bo ewlehiya civakê

Şaredarê Xaliliye Canpolat: Piştî hewzên avjeniyê bûyerên xeniqînê kêm bûn

Tevdîrên ji bo ewlehiya civakê

Şaredarê Xaliliyeya Rihayê got; piştî ku hewzên avjeniyê hatin avakirin, hejmara kesên di qenalên avê de diqeniqin kêm bûye. Şaredar bangî zarok û ciwanan jî kir ku nekevin qenalên avê.

Havîn hat û li herêmê hewa germ bû. Riha jî ji bajarên herî germ yek e.

Zarok û ciwanên ku ji germê aciz dibin dixwazin bi awayekî hênik bikin.

Ji bo vê jî berê xwe didan cokên avê.

Şaredarê Xaliliyê Mihemmed Canpolat bangî ciwanan kir û got nekevin qenalên avê. Got me hewz çêkirine û ji xwe re li wirê sobariyê bikin.

Şaredarê Haliliyeyê Mehmet Canpolat wiha axivî: ” Bi saya van hewzan, hejmara kesên ku di qenalên avê de diqeniqîn. Em her tim derbarê vê talûkeyê de xelkê xwe agahdar dikin. Ji bo ku xelk hînî avjeniyê bibin em kursan jî didin.”

Niha li navçeyê him di hêwana sergirtî de him jî li baxçe bi giştî li ser 800 metrekareyê 2 heb hewzên şaredariyê hene.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE