Şewba koronayê li seranserê dinyayê her ku diçe belav dibe. Dewlet ji aliyekî ve, welatî û karsaz jî ji aliyekî ve tevdîran digirin. Serokê Odeya Bazirganiyê yê Agiriyê Saîm Alparslan jî bangî endamên xwe kir û got divê em rê nedin keysperestan.
Koronavîrûs li seranserê dinyayê û li welatê me belav dibe.
Ji bo zêdetir belav nebe li aliyekî dewlet û rayedar tevdîran digirin li aliyekî jî saziyên sivîl.
Li Agiriyê jî Serokê Odeya Bazirganiyê ya Agiriyê Saîm Alparslan bang li endamên xwe û welatiyan kir.
Alparslan got em ji rewşeke derasayî derbas dibin, dive banka ji bo karsaz û welatiyan bi sebir bin.
Serokê Odeyê Alparslan bal kişand ser keysperestiyê û got divê em rê nedin keysperestan.