Em hêdî hêdî tên dawiya payîzê û zivistan li ber derî ye. hewa herku diçe sar dibe û mirov tam di van wextan de nexweş dikeve. wanî ji bo nexweş nekevin berê xwe didin etaran. ji xwe re heşînayî, fekî û tiştên organîk dikirin û xwe ji nexwşiyan diparêzin.
Bi sarbûna hewayê re nexweşiyên zivistanê jî dest pê dikin.
Wanî hêj nexweş neketine berê xwe didin etaran û ji xwe re dermanên xwezayî dikirin.
Bi şînayî û nebatên xwezayî ji xwe re çay û xwarinan çêdikin û beriya nexweşiyê tevdîr digrin.
Li bazarên etaran herî zêde jî exlamûr û çayên nebatan tên firotin.
Welatî dibêjin heşînayî, fekî û hingiv dermanên xwezayî en û divê di zivistanê de neyên jibîrkirin.