Li Elazığê mixtarê gundê Şahinkayayê, di çarçoceya tevdirên li dijî vîrûsa koronayê de, riyên gund ji çûyîn û hatine re girt. Êdî tu kes nikare bi wesaîên xwe bikeve nav wî gund.
Tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê her ku diçe zêdetir dibin.
Mixtarê gundê Şahînkayayê yê Elazığê , ji ber ku xelk bi dizî, di riyên alternatîf de tên gund dest bi xebatê kir.
Mixtar Xidir Şahîn, li ser hemû riyên alternatîf ax reşand û bi vî awayî rê ji çûyîn û hatinê re girt.
Bi vî awayî êdî tu kes nikare bikeve gund.