Tevdîrên li dijî rêxistina terorî

Kesên ku ji zozanan vedigerin ji bo li pey xwe tiştekî nehêlin tên hişyarkirin

Tevdîrên li dijî rêxistina terorî

Wezareta Karên Navxweyî him tekoşîna xwe ya li dijî terorê didomîne, him jî di çarçoveya vê de tevdîrên giştî digire.

Wezaretê herî dawî giştîname şand 39 bajaran.

Di giştînameyê de hat gotin bila kesên diçin zozanan werin hişyarkirin.

Bi vê yekê tê xwestin koçer dema vegerê li pey xwe tu amûrên jiyanê nehêlin û rêxistina terorê jê fêde nebîne.

Koçerên li Mûşê jî ji aliyê hêzên ewlekariyê tên hişyarkirin.

Koçer dibêjin em ê li pey xwe tu tiştî nehêlin.

Li herêmê bi taybetî koçerên li bajarên wekî Amed, Bedlis, Merdîn, Êlih û Sêrtê tên hişyarkirin.

Dîroka nûkirinê: 22 Cotmeh 2019, 15:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE