Di çarçoveya tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê de gelek welatî li malê nan çêdikin. Lê kebaniyên Hakkariyî ji xwe nanê xwe her tim bi xwe çêdikin. Bi hatina remezanê re jî jinên taxê tên cem hev û bi hev re bi dorê nan dipêjin.
hin ji wan nan vedikin, hin ji wan jî dipêjin.
Jinên Hakkariyî ji bo xwe ji şewbê biparêzin guh didin hişyariyan û ji malê dernakevin.
Nanên xwe jî li gorî kevneşopiyê li tenûrê dixin.
Bi hatina Remezanê re, jinên taxê bi dorê di tenûrê de nanên xwe çêdikin.
Bi vî awayî him haziriya xwe ya Remezanê dikin him jî hewce nake kes ji malê ji bo nan derkeve.