Li ser şewba vîrûsa koronayê li seranserê welêt hewcedarî bi maskeyan çêbû. Gelek welatiyan zend û bend badan û dest bi çêkirina maskeyan kirin.
Li Adiyamanê di bin banê Mudiriyeta Ciwanî û Sporê ya Bajêr de ciwanan dest bi çêkirina maskeyan kirin.
Ciwan hewl didin ku di hefteyekê de 5 hezar maskeyan çêbikin.
Îzettîn Dadoc 6 sal ewil ji şerê Sûriyeyê reviyaye û li Kiziltepeyê bi cî bûye.
Camêrî astengdar ê Sûriyeyî bi xwe maskeyan çêdike û bê pere li gel belav dike.
Li Tatvana Bitlisê bi piştgiriya şaredariya jinan dest bi çêkirina maskeyan kir.
Ev maske wê li xebatkarên şaredariyê, xebatkarên tenduristiyê û welatiyên hewcedar bên belavkirin.
Zanîngeha Îdirê li hemberî şewba vîrûsa koronayê ji bo xebatkarên tenduristiyê maskeya ji bo rû çêdike.
Zanîngeh wê di mehekê de 4 hezar maskeyên vî şiklî çêbike û wê bê pere belav bike.