Tevdîrên vîrusa koronayê: Qesra Îshaq Paşa ji ziyaretvanan re hat girtin

Qesra Îshaq Paşa di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê da ji bo ziyaretvanan hat girtin

Tevdîrên vîrusa koronayê: Qesra Îshaq Paşa ji ziyaretvanan re hat girtin

 Qesra Îshaq Paşa ya dîrokî ya ku ji berhemên bijarte ya li Bazîdê di çarçoveya tewdîrên vîrusa koronayê ya bi tîpa nu (Kovîd-19) da ji bo ziyaretvanan hat girtin.

Qesra Îshaq Paşa ya li Bazîda navçeya Agiriyê ku lî ser girekî 1900 metre bilindahiya wê ye hatiye avakirin ji nav û dervayî welêt gelek geştyar diezimand ji ber Kovîd-19ê ji 18ê Adarê pê va bo serdanê hat girtin.

Di vê çarçoveyê da da ji bo turîstên xwecî û biyanî danezaneke bi zimanê Tirk û Ingilîzî amadekirî bi deriyê qesrê va hat daliqandin.

Midûrê Çand û Turîzmê ya Bajarê Agiriyê Muhsîn Bulut daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku di çarçoveya tewdîrên bo şewba Kovîd-19ya li çar aliyê dinyayê demildest belav dibe da hemû muze û cihên dîrokî yên girêdayî Wezareta Çand û Turîzmê ji bo ziyaret û geştyaran hatin girtin.

Bulut destnîşan kir ku biryara di 18ê Adarê da ket rewacê wê heta 30yê Adarê di rewacê da be.

Ji hêla din va hin geştyarên ji bo dîtina Qesra Îshaq Paşa hatibûn dîtin ku qesir ji ziyaretvanan ra girtiye, wan jî tevdîrê di cih da dît û vegeriyan.AA

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2020, 15:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE