Teyr heywanên kovî ne û qet nêzî mirovan nabin. Lê belê li Kızıltepeya Mardînê welatiyê bi navê Sıddık Akyel li ser erdê xwe teyrekî birîndar dît. Ji wê rojê ve him wî xwedî dike, him jî gelek kêfa xwe jê re tîne.
Teyrên gewr ên herêma Torê gelek bi nav û deng in. Lê ev teyr kovî ne û qet nêzî mirovan nabin. Lê li Kızıltepeya Mardînê welatiyê bi navê Sıddık Akyel li ser zeviya xwe teyrekî birîndar dît.
Dûv re jî dest bi xwedîkirina teyrê birîndar kir.
Him gelek jê hez dike, him jî her roj xwarin didê.
Lê belê Akyel dixwaze ku teyrê wî jî baş bibe û dîsa vegere xwezayê.