Tirşa malê çêdikin

Ji îsot û bacanên sor tirşa organîk çêdikin

Tirşa malê çêdikin

Piştî derketina tirş yanê salçeya fabrîkasyon, tirşa ku li malan tê amadekirin jî her ku diçe bi qîmetir dibe. Xelkê herêmê bi taybetî yê Semsûr, Riha û hawirdorê ji xwe re tirşa malê çêdıke.

Ji firengî û îsotên bîstanên we tirşa malê çêdikin.

Berên ku ji baxçeyên xwe kom dikin ewil dişon paşê jî sîsikên wan paqij dikin.

Îsot û firingiyên ku hatine paqijkirin didin ber makîneyan ku bihesire û bibe avî.

Berên ku bi makîneyan tên hesirandin hefteyekê li ber tavê hişk dikin û bi vî awayî tirşa malê hazir dibe.

Xelk jî zêdetir berê xwe dide tirşa malê ku xwarin pê xweştir dibin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE