Tirşiya Kelemê: Çortî

Jin ji bo zivistanê bi kelemê tirşiya çortiyê çêdikin.

Tirşiya Kelemê: Çortî

Li Muşê gundî, keleman digîhînin û bi keleman gelek xwarinan çêdikin. Ji van yek jî tirşiya çortiyê ye. Jin ji bo ku zivistanê bê xwarin, bi bîdonan çortî amade dikin.

Li Muşê gundiyên Çîrîşê, li ser 3 hezar donim erdî keleman digihînin.

Dema ku payîz tê, gundî diçin zeviyan, keleman hil didin û li pîkaban siwar dikin.

Jin jî bi van keleman gelek xwarinan çêdikin. Ji van yek jî tirşiya çortiyê ye. Jin keleman bi kêran hûr dikin, pişt re xwê dikin û dixin nav bîdonan.

Her wiha bi perên kelemê jî xwarinên cuda tên çêkirin.

Ji bo vê jî perên kelemê di nav ava germ de tên kelandin. Pişt re jî di nav bîdonan de tê hilanîn.

Tirşî û çortiyên ku hatine amadekirin zivistanê tên xwarin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE