Navenda Ciwanan û mala Çandê ya Midyatê bi projeyeke hevpar bi zarokên astengdar re nimayîşek hazir kir. zarokên astengdar ev cara ewil e tevlî organîzasyoneke wisa rengîn û xweş dibin.
Gelek ji wan ji gund û taxên dûr ên Midyata Mêrdînê ne ku beriya vê ne li nimayîşekê temaşe kirine ne jî li dar xistine.
Mala Çand û Ciwaniyê û Navenda Civakê ya Midyata Mêrdînê, ji bo ku astengiya li ber van zarokan rake organîzasyoneke mezin çêkir.
100 zarokên astengdar piştî perwerdeya 2 mehî, nimayîşên cur bi cur li dar xistin.
Zarokên astengdar têra dilê xwe kêf kirin.
Di heham demê de dilê malbat û hevalên xwe jî xweş kirin.
Di dawiya nimayîşê de zarokan ligel mamosteyan serkeftina xwe pîroz kir.