Têlkarî : Hunera bav û kalan

Têlkarî bi destê jinên Midyadî dewam dike

Têlkarî : Hunera bav û kalan

hunera bav û kalan têlkarî, bi destê jinên midyadî dewam dike. qeymeqamiya midyadê ji bo ku têlkarî jibîr nebe, kursek vekir. kursiyer him li vir hînî sineatekê dibin, him jî debara mala xwe dikin.

Têlkarî sineateke bi sedan salan e ku li Mêrdînê hêj dewam dike.

Qeymeqamiya Midyadê jî ji bo ku piştgiriyê bide vê sektorê, kursa zîvkariyê vekir.

Zêdetir jin tên kursê.

Qeymeqamê Midyatê HÜSEYİN TEKİN: Ji bo ku jin ji stresa malê dûr bikevin, hînî sineatekê bibin me ev kurs vekir. Înşella ji wan kursiyeran dê hostayên baş rabin. Li gorî min ev sineat dê bi destê jinan bi pêş keve.

Her wiha kursiyer serê mehê 400 lîreyî digrin.

Bi vî awayî kurs li wan nabe barekî giran. Ew him ji xwe re zîv çêdikin û difroşin, him jî hînî pişeyekê dibin.

Dîroka nûkirinê: 21 îlon 2018, 12:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE