Tovên ji bav û kalan mane

Ji zarokên xwe re tovên 100 salî dihêle

Tovên ji bav û kalan mane

Cotkarekî Ercişî heta îro çandiniyeke xwezayî kiriye. Dixwaze zarokên wî jî wekî wî bikin û ji wan re tovên sed salî yên ji bav û kalên wî mane mîras dihêle. Cotkarê ku bi van tovan hilberîna îsot û firingiyan dike dixwaze zarokên wî jî van tovan biparêzin.

Bi toximên 100 salî ku ji bav û kalên wî mane çandiniyê dike.

Şerafettin İşlerê ku li Ercişa Vanê cotkariyê dike, ji bo çandiniyeke xwezayî tovên îsot û firingiyên ku ji mezinên wî mane bi kar tîne.

Îşlerê ku wek çavê xwe li wan tovan dinêre, ji bo berdewamiya cinsê van tovan, di seraya xwe de bi baldarî dixebite.

Îşler dibêje: Parastina tovên orjînal, parastina jiyanê ye. Ji bo wê ez van tovan ji zarokên xwe re mîras dihêlim.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE