Tu astengiyî xwe li ber wî negirtiye

Ev 30 sal in dirûnê dike, di wextê xwe yê din de jî basketbolê dileyze

Tu astengiyî xwe li ber wî negirtiye

Necar Saricayê ku piyekî wî nagire, ev 30 sal in dirûnê dike. Sarica ji werzîşê jî gelek hez dike him di tîma basketbolê ya kesên taybet de rahêneriyê dike him jî dilîze.

Bi zinaeta xwe rizqê mala xwe derdixe, di wextê xwe yê din de jî bi sporê re mijûl dibe.

Necat Saricayê ku piyekî wî nagire tu tiştî ji xwe re nekiriye asteng û ev 30 sal in li ser makîneya dirûnê dixebite.

Sarica li bajêr esnafekî gelek baş e.

Dixwaze şagirtên ciwan jî bigîhine û karê dirûnê bi destê hosteyan jî dewam bike.

Bi qasî zineata xwe, di warê werzîşê de jî kesekî jêhatî ye.

Sarica dixwaze ji bo kesên taybet projeyên baş bên lidarxistin ku ew bi zineatên xwe mihtacî kesî nebin

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE