“Tu Jî Pêlîstokekê Bide “

Li Karsê bi pêlîstokan zarok kêfxweş kirin.

“Tu Jî Pêlîstokekê Bide “

Li Qersê ji bo zarokê ku pêlîstokê wan tune ye li ser medyaya civakî kampanyayeke bi navê “Tu Jî Pêlîstokekî Bide” dan destpêkirin. 300 pêlîstokên ku hatin komkirin dan zarokên gunda û di cejnê de kêfa zarokan anîn.

Li Qersê komeke kesên dilxwaz li ser medyaya civakî bi dirûşma " Tu jî Pêlîstokekê Bide" kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin û di Eyda Qurbanê da bi pêlîstokan kêfa zarokên gundan anîn.

Taner Guneş bi hevalên xwe yê dilxwaz re 4 sal berîya niha bi nave “tu jî pêlîstokekê bide" li ser medyaya civakî hesabek vekir. Saya vê hesabê ji bo zarokan pêlîstok kom kirin.

Koma dilxwaz di eyda qurbanê de li gundên Sogutlu û Yukari Kotanliya navçeya Selîmê 300 pêlîstok li zarokan belav kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE