Tu kesê ku nav û dengê zeyta Efrînê nebihîstî tune ye. Em ê we bibin febrîqayeke li Efrînê, ka ji zeytûnê çawa êzing tên çêkirin, nîşan bidin.
Li Efrînê dema xebata li nav baxçeyên zeytûnan...
Xwediyên baxçeyan ewilî zeytûnên xwarinê berhev dikin…
Piştî ku zeytûn baş çêbûn jî hemû daran dadiweşînin û wan ji bo şimitandinê dibin febrîqayê.
Li vê febrîqayê tu tiştê zeytûnan navêjin…
Ewilî zeytê derdixin.
Ji kuspeya wê sabûnê çêdikin…
Bermayî û dendikan jî dikin êzing.
Li heremê ji vê êzinga ku ji kuspeya zeytûnê û dendikên wê hatiye çêkirin re dibêjin “kutik”.
Tona wê li sûkê bi 130-140 dolarî tê firotin.