Tundiya li ser jinan li Îdirê hat protestokirin. Xwendekarên Zanîngeha Îdirê, ji bo piştgiriyê bidin jinên ku rastî tundiyê hatine, li navenda bajêr bi beşdariya jinan bisîklet ajotin.
Xwendekaran tundiya li ser jinan protesto kirin.
Xwendekarên Zanîngeha Îdirê ji bo piştgiriyê bidin jinên ku rastî tundiyê hatine çalakiyeke balkêş li dar xistin.
Telebeyan, ji Walîtiyê heta Kolana Zübeyde Xanimê bisîklet ajotin.
Di bernameyê de ji bo şermezarkirina tundiya li ser jinan him pankart hatin rakirin him jî dirûşm hatin hildan.