Turnuwaya Kişikê ya Mîr û Mem ku li navçeyên Cizîr û Îdilê hat lidarxistin, bi dawî bû.
Turnuwaya Kişikê ya Mîr û Mem ku bi destê Qaymeqamtiyên Cizîr û Îdilê ji bo xwendekarên dibistana seretayî û navînî hat lidarxistin, bi milmilaneya fînalê ya li Mala Dengbêjan a Cizîrê va bi dawî bû.
Piştî fînala ku Qaymeqamê Cizîrê Davut Sinanoglu û Qaymeqamê Îdilê Zafer Sag jî temaşe kir, xwendekarên ku pile bi dest xistin hatin xelatkirin.
Sinanoglu herwiha diyar kir, pêşbaziya ku ji herdu navçeyan 370 xwendekar beşdar bûn, di 8 kategoriyan da bi rê va çû.