Turîst eleqeyeke mezin nîşanî Mizgefta Taksîmê didin

Ji bilî welatiyên ji bajarên din tên, turîstên biyanî jî tên dîtina mizgeftê, lê nimêj dikin û wêneyên wê dikşînin.

Turîst eleqeyeke mezin nîşanî Mizgefta Taksîmê didin

Mizgefta Taksîmê ku yek ji wan sembolên nû yên Stenbolê ye ji roja hat vekirin vir va eleqeyeke mezin dibîne.

Mizgeft di 28ê gulanê da bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hat vekirin, nimêje înê lê hat kirin.

Ji bilî welatiyên ji bajarên din tên, turîstên biyanî jî tên dîtina mizgeftê, lê nimêj dikin û wêneyên wê dikşînin.

Wedaa Daptya ji Endonezyayê hatiye Tirkiyeyê ku bigere got mizgeft gelekî xweş hatiye çêkirin û wiha axivî: "Ev ji bo min bû surprîzeke mezin, lewra îna çûyî hatiye vekirin. Hundirê mizgeftê nuwaze ye."

Fatiha Dawaya ji Cubutiyê hatiye jî got wan li mizgeftê nimêj kiriye û wiha dewam kir: "Ji ber ku ez li vir im, ez pir bikelecan im. Ez bûm şahidê xweşikiya mizgeftê ku ev hesteke gelek xweş e."

Zahra Îndiya ji Libyayê hatiye jî got ew û malbata wê hatine dîtina mizgeftê û wê avasaziya mizgeftê gelekî ecibandiye.

Turîst eleqeyeke mezin nîşanî Mizgefta Taksîmê didin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE