Turîst ji bo cîgerê tên Diyarbekirê

Kesên ku ev cîger tehm kirine û bihîstine berê xwe didin herêmê.

Turîst ji bo cîgerê tên Diyarbekirê

Li Diyarbekirê rojê sê danan cîger tê xwarin. Cîgera bi navûdeng di turîzma gastronomiyê de jî cihekî girîng digire. Rojê 12 ton cîger tê xwarin. Ji ber welatî gelekî jê hez dikin û dixwin kezeba berxan nayê peydekirin.

Bêhn û dûmana ku ji cîgerê radibe avê bi devên kesên ku tehma cîgerê nas dizanin, dixe.

Kebaba ku her roj li bajêr dezgehên wê zêde dibin bi berbanga rojê re tê biraştin.

Li hin cihên herêmê, bi taybetî jî li Diyarbekirê bi sed salan e rojê 3 danan cîger tê xwarin.

Diyarbekirî serê sibê di saet 6an de berê xwe didin cîgerfiroşan.

Cîgera bi navûdeng bi seleteya pîvazan, îsotên sor ên kelendî, şînahî û bi dêw tê xwarin.

Cîgera navdar a Diyarbekirê di turîzma gastronomiyê de jî cihekî taybet digire.

400 cîgerfiroşên li bajêr ji bo turîstên xwemalî û biyanî rojê 12 ton cîger çêdikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE