Taştêya Diyarbekirê di qada turîzma gastronomiyê de bi nav û deng e. Geştiyarên ku tên bajarê qedîm, bi 32 cure xwarinan taştê dikin.
Pêjgeha mezopotamyayê dewlemend e û xelkê herêmê jî gelek mêvanperwer in.
Xwarin û tehmên xweş ên herêmê, di qada turîzma gastronomiyê de jî derdikevin pêş.
Taştêya Diyarbekirê bi 32 çeşîdan bala geştiyaran dikşîne.
Li bajêr nêzî 350 taştêfiroş xizmetê didin.
Penîrê helandî, rûnê malê, mirtoxe û hingivê xwezayî sifreya taştê dixemilînin.
Turîstên ku şeveqê li qesr û qonaxan de taştê dikin, piştre jî li cihên dîrokî digerin.