Turîzma herêmê geş dibe

Her roj bi hezaran turîst berê xwe didin bajarê dîrokî Mardinê.

Turîzma herêmê geş dibe

Piştî tevdirên li dijî koronayê hatin sistkirin û pêvajoya asayîbûne dest pê kir turîzma herêmê jî hêdî hêdî geş bû. Bi hezaran turîst li cihên dîrokî û xwezayî digerin. Otelên mêrdîn û wanê di van mehên dawî de tijî ne.

Li gelek bajarên Tirkiyê hejmara turîstan zêde bû.

Mêrdîn jî ji wan bajaran yek e.

Her roj bi hezaran Turîst berê xwe didin Mêrdîna Qedîm û dîrokî.

Li Mêrdînê seranserê salê turist tên ezîmandin.

Turîzmkarên Mêrdînê ji eleqeya turîstan kêfxweş in.

Li Wanê jî rûyê turîzmkaran dikene.

Di demên dawî de bi tesîra pêvajoya asayîbûnê turîzma li bajêr geş bû.

Di serî de îran, ji gelek welatan turîst tên Wanê.

Li otelên Wanê bi zahmetî cih tê dîtin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE