Turîzma li Şanlıurfa û Gaziantepê

Şanlıurfa û Gaziantepa li ser rotaya turîzma çandê ji tetîla eydê bi hêvî ne

Turîzma li Şanlıurfa û Gaziantepê

Li Gazîentab û Şanliurfayê bi minasebeta tetîla Eyda Qurbanê tê pêşbînîkirin ku liv û tevgera turîzmê zêde bibe ku bi nirxên xwe yên dîrokî û tamên xwe yên resen ên herêmî va seranserî salê bi sed hezaran turîstên xwemalî û biyanî diezimînin.

Welatiyên dixwazin tetîla Eyda Qurbanê binirxînin, Gazîentab û Şanliurfayê tercih dikin ku tevî nirxên xwe yên dîrokî û çandî, bi tamên xwe yên herêmî va jî balê dikişînin.

Li bajarê gastronomiyê Entabê gelek ciyên ger û dîtinê yên wekî Muzeya Mozaîqên Zeugmayê, Sûka Paxirvanan, Sûka Sêvfiroşan, Keleha Entabê û Bexçeyê Ajalan ê Entabê hene.

Li bajêr peqlewe di serî da bi qasî 400 celeb xurek û şêranî jî hene.

Ciyê destpêka dîrokê Şanliurfa

Li Şanliurfaya ku bajarê turîzma çand û baweriyê ye, turîst dikarin gelek ciyên dîrokî yên wekî Binkeya Gola Masiyan, navçeyên Heran û Xelfetiyê û her wiha Girê Miraza ku bi 12 hezar sal raboriya xwe va wekî "ciyê destpêka dîrokê" tê tewsîfkirin û di Lîsteya Kelepora Cihanê ya UNESCOyê da ye, bigerin.

Tam û xwarinên cuda yên bajêr jî bala ziyaretvanan dikişîne.

Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Yekîtiya Acenteyên Seyahetê ya Tirkiyeyê (TURSAB) Soner Bacaksiz ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, tetîla eydê bû 9 rojan ku vê yekê hêviyên turîzmvanan zêde kir.

Bacaksiz destnîşan kir ku rezervasyonên ji ber Eyda Qurbanê zêde bûn û wiha dewam kir, "Eleqeya ji bo tûrên çandî yên li herêma me pir zêde ye. Mêvanên me yên ku plana ji bo 2 an 3 şevan kiribûn, piştî ku tetîla eydê derket 9 rojan, planên xwe dirêjtir kirin. Rêjeya tijîbûna otêlên li herêma me der dora sedî 80yî ye. Em li bendê ne ku di hefteya tetîlê da derkeve ser ji sedî 90î."

Waliyê Şanliurfayê Salih Aydin jî diyar kir ku tetîl ji bo turîzmê firsendek e.

Ayhan bal kişand ku însan dikarin bi hinceta eydê derkevin turîzmeke çandî û wiha dewam kir, "Gava derkevin rêwîtiya çandî, ciyê ku herî zêde dê kêfa wan pê ra were, Şanliurfa ye. Şanliurfa dê bi Gola Masiyan, Girê Mirazan, Karahantepe û navçeya Heranê va dê ziyaretvanên xwe bi awayê herî xweşik biezimîne. Di tetîla Eyda Qurbanê da em li benda hemû însanên me yên çandhez in."

Hilberînerê peqleweyê yê li Entabê Levent Aktaş diyar kir ku ji bo ziyaretvanan ew ê di eydê da mesaiyê bikin.

Kibabpêj Îbrahîm Çadir jî got ku piştî şewbê, ew ê ji bo cara ewil du eydan bi hev ra bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE