Tuta ku bi tûyê xwe navdar e dixwaze di turîzmê da derkeve pêş

Şêniyên navçeya Tutê ya ku li pêşa Çiyayê Haci Muhammedê hatiye avakirin û 60 kîlometre dûrî bajêr e, ji fêkiya tûyê dahateke girîng werdigire.

Tuta ku bi tûyê xwe navdar e dixwaze di turîzmê da derkeve pêş

Tuta navçeya Adıyamanê ya ku bi tû û berhemên tûyê va balê dikişîne, bi baxçeyên lewanteyê û hewaya xwe ya zozanan va dixwaze di warê turîzma xwezayê da û bi tamên xwe va jî dixwaze di warê turîzma gastronomiyê da derkeve pêş.

Şêniyên navçeya Tutê ya ku li pêşa Çiyayê Haci Muhammedê hatiye avakirin û 60 kîlometre dûrî bajêr e, ji fêkiya tûyê dahateke girîng werdigire.

Her wiha li navçeyê ji hêla qaymeqamtiyê li ciyên cuda baxçeyên lewanteyê hatin avakirin û bêhna lewanteyên di nava darên tûyê da merivan sermest dike û ev baxçe niha li benda ziyaretvanan in.

Tuta ku bi çêkirina tesîsên nû yên turîstîk va bala turîstên xwemalî û biyanî dikişîne, hewaya xwe ya zozanan va dixwaze di warê turîzma xwezayê da û bi tamên xwe va jî dixwaze di warê turîzma gastronomiyê da derkeve pêş.

Şaredarê berê yê navçeyê Cemal Avci ku şitlên tûyan li hilberîneran belav dike ku li deverê tû bibe çavkaniyeke dahatê. Acvi di heman demê da xebatên pêşxistina turîzmê jî dike.

Avci bal kişand ku berê şêniyên navçeyê ji bo ku di komkirina pembû û findiqan da bixebitin ji navçeyê diçûn û wiha dewam kir:

"Niha em li navçeyê însanan nabînin ku bên û tû kom bikin. Me rê li koçê girt û vêga 30 darê tûyê yê kê hebe, bi qasî karmendekî dewletê dahata wî heye. Berê tû bi awayê hişkkirî û wekî dims dihat xwarin, lê niha em ji tûyê 20 berheman çêdikin."

Hilberînerê tûyê Urmuyê Hasan Bilen jî diyar kir ku navê navçeyê ji tûyê wê tê.

Bilen bal kişand ku tûya Urmuyê berê zêde qîmet didît, lê niha bûye çavkaniya dahata cotkaran.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE