Vê demsalê 3 hezar û 500 çivîk li Cineta Çivîkan a Erezê hatin xelekkirin

Li Cineta Çivîkan a Erezê ya li gundê Çiyrixliya Jor xebatê xelekkirina çivîkan bi destê Komeleya Tebîeta Bakur dewam dike.

Vê demsalê 3 hezar û 500 çivîk li Cineta Çivîkan a Erezê hatin xelekkirin

Vê demsalê li Îstasyona Xelekkirina Çivîkan a Erezê 3 hezar û 500 çivîkên ji 68 cureyî bi xeleka Tirkiyeyê hatin xelekkirin.

Li Cineta Çivîkan a Erezê ya li gundê Çiyrixliya Jor xebatê xelekkirina çivîkan bi destê Komeleya Tebîeta Bakur dewam dike.

Kayahan Agirkayayê berpirsyarê îstasyonê daxuyanî da û diyar kir ku îsal di tebaxê da dest bi xelekkirina çivîkan kirin û ew ê hetanî mijdarê bidomînin.

Agirkaya destnîşan kir ku vê demsalê 3 hezar û 500 çivîkên ji 68 cureyî xelek kirin û wiha pê da çû: "Ji bo demsalê ev serkeftineke mezin e. Ligel hişkahiya di gulanê da dest pê kir demsaleke bi ber û bereket derbas bû."

Agirkaya destnîşan kir ku îstasyon ji bo zanista çivîkan gelekî girîng e û wiha axivî: "Geliyê Erezê li ser rêya koçê ya çivîkên 3 parzemînan cî digre ji bo vê gelekî girîng e. Li Îstasyonê hetanî niha ji 200 cureyî ji 130 hezarî zêdetir çivîk hatin xelekkirin."

Agirkaya diyar kir ku çivîkên li vê derê xelek kiribûn li Rûsya, Îsraîl, Zambiya, Afrîkaya Başûr hatin dîtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE