Vanî bi masiyan xwarinên ji hev xweşiktir çêdikin

Di tenûrê de masiyan çêdikin û bi girara dew îkram dikin...

Vanî bi masiyan xwarinên ji hev xweşiktir çêdikin

Li Wanê, di navbera 15ê nîsanê û 15ê tîrmehê de nêçîra masiyan qedexe bû. Piştî 15ê tîrmehê qedexe rabû. Wanî bi masiyan xwarinên ji hev xweşiktir çêdikin. Masiyan di tenûrê de dipijînin û bi girara dew îkram dikin.

Tahma masiyên behra wanê bi nav û deng e. Lê di navbera 15ê Nîsanê û 15ê Tîrmehê de qedexeya nêçîrê masiyan hebû.

Piştî qedexe rabû nêçîra masiyan jî dest pê kir. Gelê herêmê bi masiyan xwarinên ji hev xweştir çêdikin.

Wanî, masiyan di tenûrê de çêdikin û paşê jî bi girara dew îkram dikin.

Ji bo çêkirina girara dew, gihayên herêmê tên berhevkirin û tahmeke pir xweş derdikeve holê.

Jin, dema masiyan îkram dikin bi hev re stranan jî dibêjin.

Dîroka nûkirinê: 18 Tîrmeh 2019, 17:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE