Vegera Koçeran dest pê kir. Koçerên ku li çiyayê Kozmeya Sêrtê bûn, piştî rêwîtiyeke 4-5 mehî ji zozanan vedigerin deştê.
Hewa sar bû û vegera koçeran dest pê kir.
Koçeran wekî her sal îsal jî biharê ji Mardînê berê xwe dan zozanên Çiyayê Kozmeyê. Li wir mast û penîrên xwe çêkirin û heywanên xwe çêrandin.
Bi payîzê re jî konên xwe hildan, heywanên xwe dan ber xwe û bi rê ketin.
Koçerên ku daketin deştê wê ji Sêrtê herin Mardînê.