Wî ji bo welatiyan zem nekir

Xwediyê loqenteyê bangî esnafên din dike ku zemê nekin.

Wî ji bo welatiyan zem nekir

Li Rihayê xwediyê lokantayekê bertek nîşanî esnafên ku bi kêfî zemê dikin, da. Him zem nekir hım jî pankartek li ber loqentayê daliqand û fîyetên xwarin û vexwarinan nivîsandin.

Li vê loqantaya li navenda Rihayê, porsiyoneke şorbe, sawar û miqerneyê 4 lîre û nîv; goştê mirîşkan 8 lîre û nîv, goştê dewaran jî 16 lîre ye.

Li gorî loqenteyên din ên bajêr gelekî erzan e. Çimkî xwediyê loqenteyê zem nekiriye.

Ednen Kiliç ji bo esnafên ku bi kefî zemê dikin, bertekan nîşan dide.

Mişterî jî ji fîyetên loqenteyê gelek razî ne û hêvî dikin ev der ji esnafên din re jî bibe mînakek.

Xwediyê loqenteyê pankartek jî li ber dikana xwe daliqandiye. bi vê dixwaze her kes erzaniyê bibîne û esnafên din jî tevlî vê kampanyayê bibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE