Wê serî li Guînnessê bide

Enes di deqeyekê de 14 hezar û 430 peyv xwendin....

Wê serî li Guînnessê bide

Enesê 12 salî bi saya perwerdeya taybet, di deqeyekê de 14 hezar û 430 peyvî dixwîne. Bi vê serkeftinê enes, rekortmenê cîhanê derbas dike.

Enes diçe pola 6emîn..

Wekî gelek hemsalên xwe ew jî ji xwendina pirtûkan pir hez dike.

Lê ferqeke wî heye ku pir bi lez dixwîne.

Rekortmenê xwendina bilez dikare di deqeyekê de dora 11-12 hezarî peyvan bixwîne.

Lê Enes rekora wî derbas kir û di deqeyekê de ji 14 hezarî jî zêdetir peyv xwendin.

Perwerdekar Metin Çapar: “Zarok dora 150 û 250 peyvî dixwînin. Bi saya xebatan û motîvasyonê ev hejmar heta 3 qatan jî zêde dibe. Hin xwendekar heta 2-3 hezaran jî dixwînin. Lê hin zarokên wekî Enes hene ku rekorên mezin bi dest dixin. Niha rekora wî 14 hezar û 430 e. Ez Enes û malbata wî pîroz dikim.”

Enes bi saya piştgiriya malbata xwe û mamosteyên xwe serkeftineke wiha bi dest xistiye.

“Bi saya însanên li derdora min ez wisa bilez dixwînim. Malbata min, hevalên min û mamoste gelek alîkarî dan. Bi saya piştgiriya wan ez bi kêf diçim dibistanê jî.”

Mamosteyên Enes dê rojên pêş de serî li Guîneessê bidin û serkeftina wî bidin tescîlkirin.

Dîroka nûkirinê: 20 Nîsan 2019, 15:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE