Wan bi guldexwînan xemilî

Guldexwînên mehên biharê serî didin û bi qasî 15-20 rojî şîn dimînin deşt û zozanên Wanê xemilandin

Wan bi guldexwînan xemilî

 Taxa Dilmetaşê ya ser Gewaşa navçeya Wanê bi laleyên serserkî yên wekî guldexwîn tên zanîn va xemilî.

Ji ber guldexwînan niha tax zêde balê dikişîne û mêvanên wê nav rojan zêde ne.

Wênekêş û siruşthez eleqeyeke zêde nîşanî guldexwînan didin û şêniyên herêmê jî bo parastinê hewl didin.

Guldexwînên bi rengê sor, zer û binefş vedikin ji bo nasandina herêmê jî bi kêr tên.

Laleyên serserkî bi piranî li ciyên bilind hêşîn dibin û di navbera 15 û 20 rojî da emrê wan heye û heke kesek wan ji kokê derxe jî cezayê pere lê tê birîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE