Wefata Dengbêj Museyêb Gulşenzade

Dengbêjê navdar Museyêb Gulşenzade li Îranê dijiya.

Wefata Dengbêj Museyêb Gulşenzade

Dengbêjê navdar Museyêb Gulşanzade emrê xwedî kir. Gulşanzade kurdê îranê bû û ev 6 meh in ji ber pençeşêrê tedawî dibû. Dengbêjê navdar wesiyet kir ku her kurd, li çand û hunera xwe xwedî derkeve.

Dengbêjê Navdar di sala 1961ê de li gundê Gola Murseyê yê bajarê Makoyê Xwedê da. Wexta zaroki bû, her tim guhdariya radyoya Rewanê dikir û wî, heta roja wefat kir, her tim kilam û stran gotin.

Dengbêjê bi nav û deng di 25ê kanunê de li gundê Şahinabadê yê li ser parêzgeha Urmiyê ve emrê Xwedê kir. Dengbêjê zana demekê beriya niha jî bibû mêvanê TRT Kurdiyê.

Museyîb Gulşanzade xwe wek dengbêjekî ekola Serhedê binav dikir.

wî ew bû ku her kurd li çand û hunera xwe xwedî derkeve...

 Bernameya ku beşdar bibû em li jêr tînin pêşberî we.

Dîroka nûkirinê: 27 Kanûn 2019, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE