Welatî bê randevu aşî dibin

Midûriya Tenduristiyê li navenda bajêr konên aşiyê vedan

Welatî bê randevu aşî dibin

Midûriya tenduristiyê ya wanê li navenda bajêr konên aşiyê vedan. Welatiyên ku dora wan a aşiyê hatiye dikarin di van konan de bê randevu aşî bibin.

Li seranserê welêt xebatên aşîkirinê dewam dikin.

Midûriya Tenduristiyê ya Wanê ji bo welatî bi rehetî aşiya xwe bibin li navenda bajêr konên aşiyê vedan.

Midûriyê li bexçeyê walitiyê standên aşiyê danîn. Welatî tên vê derê û derbarê aşiyan de agahiyan distînin.

Kesên ku dora van a aşiyê hatiye dikarin di konan de bê randevu aşiya xwe bibin.

Di konan de welatî tên agahdarkirin û ji bo aşî bibin tên kanîkirin jî.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE