Welatî ji bo hênik bibin berê xwe didin hewzan

Li seranserê herêmê, welatî ji ber germa havînê bêzar bûne.

Welatî ji bo hênik bibin berê xwe didin hewzan

Li gelek deran xelk ji bo xwe biparêze berê xwe dide cihên hênik. Li Qosera Mêrdînê jî bi taybetî kesên ku ji germê aciz in diçin hewzan û heta hewa hênik dibe li wir avjeniyê dikin.

Herêm ji ber germa havînê dikele.

Li gelek deverên herêmê, welatî ji bo xwe biparêzin yan dernakevin derve, yan jî berê xwe didin cihên hênik.

Li Qosera Mêrdînê jî bi vî rengî germeke zêde heye.

Xelkê bajêr ji bo xwe biparêze diçe hewzan û heta hewa hênik dibe li wir avjeniyê dike.

Welatî dibêjin: “nema em dikarin di vê germê de îdare bikin.”

Dîroka nûkirinê: 09 Tîrmeh 2019, 12:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE