Gola Nemrudê ya li Xelata Bilîsê bi xwezaya xwe nuwaze ye.
Li herêmê jiyana kovî jî pêşketî ye û bi piranî hirç lê hene.
Welatiyên derdorê ji bo ku kutikên hirçan birçî nemînin xwarinên xwe yên zêde diavêjin ber wan.
Jîngehparêz û heywanhez her tim xwarinan tînin didin kutikan.
Kutik jî gava xwarinê dibînin li dora hev dicivin û zirarê nadin welatiyan.
Bi taybetî du kutikên bêmak her tim tên pêşwaziya xwarinê.