Welatî derbarê xwarina goştê qurbanê de hatin hişyarkirin

Midûriyeta Tenduristiyê ya Sêrtê beriya cejna qurbanê, derbarê xwarina goştê qurbanê de welatî hişyar kirin. ji bo vê jî midûriyetê hem li nav bajêr stand vekir him jî broşur belav kirin.

Welatî derbarê xwarina goştê qurbanê de hatin hişyarkirin

Midûriyeta Tenduristiyê ya Sêrtê beriya cejna qurbanê, derbarê xwarina goştê qurbanê de welatî hişyar kirin. ji bo vê jî midûriyetê hem li nav bajêr stand vekir him jî broşur belav kirin.

Ji Cejna Qurbanê re çend roj man.

Welatî ji niha ve ji bo serjêkirina qurbanên xwe amadehiyan dikin.

Di vê navberê de sazî û pisporên tenduristiyê derbarê serjêkirin û xwarina goştê qurbanê de hişyariyan didin welatiyan.

Di vê çarçoveyê de Midûriyeta Tenduristiyê ya Sêrtê jî ji bo welatiyan hişyar bike, li navenda bajêr standek vekir.

 “Ji bo welatiyên me cejna xwe baş derbas bikin û haya wan ji hin meseleyan hebe me standek vekir.”

Di standê de ji serjêkirina qurbanan bigirin heta xwarina goştê qurbanan gelekî agahî tên dayîn.

DENG: (MÊR – 04:16 ..“Em di vê standê de balê dikişînin ser 3 meseleyan. Ji wan yek kîstên ku ji goştê qurbanan derdikevin, ji bo tenduristiyê divê bên binaxkirin. A duduyan, goştê ku hatiye jêkirin bila yekser neyê xwarin, divê ewilî di sarîngehekê de bê cemidandin û piştre bê xwarin. Hişyariya sêyemîn jî ji bo qezayên girîng neqewimin, divê qurban ji aliyê qesabên pispor ve bên serjêkirin.

Ji bilî xebatên li standê, derbarê hişyariyan de li bajêr broşur jî hatin belavkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE