Welatiyan di karantînayê de bi sê zimanan îlahiyan guhdar kirin

Li Mêrdînê welatiyên di karantînayê da, bi sê zimanan guhdarî li îlahiyan kirin.

Welatiyan di karantînayê de bi sê zimanan îlahiyan guhdar kirin

Ekîba konservatuvarê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji br meha Remezanê wesayîteke li ser vekirî sîwar bû û bi Erebî, Tirkî û Kurdî îlahî xwendin.

Welatiyên ji Iraqê vegeriyan welêt û ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû li Wargeha Xwendekarên Mêr ên Qasimiyeyê ya Mêrdînê di karantînayê da ne îlahiyan guhdar kirin.

Welatiyên derketin şaneşînên xwe jî alayên di destê xwe da hejandin û wan jî bi ekîbê ra îlahî got.

Walî Musatafa Yaman got ew hewl didin welatiyên di karantînayê da ne aciz nebin û ew pêdiviyên wan peyda dikin.

Yamanwiha got: "Hêvî dikim welatiyên me ji vê xizmetê kêfxweş in. Heta karantîna biqede emê li Mêrdînê mazuwaniya wan bikin. Dema ku karantîna qediya emê wan bişînin welatê wan."

Wealtiyên di karantînayê da ne jî kêfxweşiyên xwe anîn ziman û spasiya rayedaran kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE