Welatiyên 65 salî û jê jortir dîsa derketin derva

Li Diyarbekir, Elezîz, Sêrt û Bîngolê welatiyên ku destûra derketina derva dan wan, gelekî kêfxweş bûn

Welatiyên 65 salî û jê jortir dîsa derketin derva

Li Diyarbekir, Elezîz, Sêrt û Bîngolê welatiyên 65 salî, yên jê jortir û yên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene û di pêvajoya şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da demeke dirêj di hundir da man, bi serbestiya berwext a derketina derva va kêfxweş bûn.

Li Diyarbekirê welatiyên ku ji malên xwe derketin derva, li ser kuçe kolanan ji xwe ra geriyan û hinekan jî werziş kir.

Herwiha welatiyên ku keysa xwe li germê anîn jî li parqan ji xwe ra geriyan û li ser hêşinahiyê rûniştin.

Mehmet Enderê 85 salî ku li navçeya Yenîşehirê li parqê ji xwe ra derket gerê, diyar kir ku ew kêfxweş in ku maweya derketina derva bû 6 saet û wiha got, "Ez gelekî kêfxweş im ku ez derketim derva, ez ê hinekî ji xwe ra bigerim û hewayê hildim."

- Elezîz

Li Elezîzê jî welatiyên 65 salî, yên jê jortir û yên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene û li bajarên konteyner da dijîn, ji ber ku derketin derva kêfxweş bûn.

Ji welatiyên mexdûrên erdhejê yên ku derketin derva, li parqên bajêr ji xwe ra geriyan û herwiha hinek welatî bi nasên xwe ra hatin cem hev û hal û wextê hev pirs kirin.

Ayşe Akbuluta 67 salî ku di erdjê da mala wê hilweşiya û niha li konteynerbajar dimîne, diyar kir ku ji ber emrê xwe ew nikare derkeve derva û îro jî ew gelekî kêfxweş e ku destûr ji wan ra hat dayîn ku derkevin derva.

- Bîngol

Li Bîngolê jî hin welatiyên ji 65 salî jortir û yên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene, xwe berdan navenda bajêr, ji xwe ra geriyan, li parqan rûniştin û keysa xwe li hewaya xweş anîn.

Abdulvahap Yildirimê 72 salî diyar kir ku ew ê bitedbîr derkeve derva û hê ku hewa xweş e, ew ê ji xwe ra hinekî bigere.

Cevdet Agar jî diyar kir ku ji roja ku tedbîr ketin dewrê û heta niha, ev du car e ew derket derva û wiha dewam kir, "Ji meha adarê vir va ev du car e ez derdikevim derva. Li malê bêhna me teng dibe, psîkolojiya me xirab bû, lingên min tevizîn ji ber ku ez bêhereket mam."

- Sêrt

Li Sêrtê jî welatiyên ji 65 salî jortir li ser Kolana Guresê ku ji trafîqa wesayîtan ra girtî ye, ji xwe ra meşiyan.

Alican Koyuncu (74) da bibîrxistin ku ji ber şewbê ew nikarin ji malê derkevin û wiha dewam kir, "Ji ber ku ev derfet dan me em kêfxweş in. Em pabendî biryara dewletê bin. Îro jî her der hêşînahî ye û me kêfa hewaya xweş kir."

- Hekarî

Li Hekariyê welatiyên 65 salî, yên jê jortir û yên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene û di pêvajoya şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da demeke dirêj di hundir da man, bi serbestiya ku ji bo saet 12.00-18.00an hat dayîn va piştî hefteyekê dîsa derketin derva.

Li bajarê ku xebatên têkoşîna Kovîd-19ê didomin, welatiyên 65 salî û yên jê jortir derketin ser kuçe û kolanan.

Hin welatiyên biemr li sûkê û li kuçeyan hal û wextê hevalên xwe pirs kirin û hinek jî ji xwe ra geriyan û danûsitandin kirin.

Welatî Huseyîn Sakli di daxuyaniya xwe da da bibîrxistin ku piştî demeke dirêj ev cara duduyan e ew derketin derva.

Sakli bal kişand ku li malê bêhna wan dernayê, lêbelê ji ber şewbê jî divê ew dernekevin derva û wiha got, "Divê herkes baldar be. Em jî li derva ne. Ez hatim sûkê. Min hevalekî xwe dît û em bi hev ra geriyan."

Osman Aksu jî diyar kir ku ew kêfxweş in ku ew derketin derva û herwiha hêvî kir ku şewb di demeke nêzîk da xilas bibe.

AA

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE