Werşeqên Avrasya û Kafkasê bo têjikên xwe ji qul û bexşan derketin

Werşeqên li daristana çamê ya Sariqamîşa navçeya Qersê dijîn ji ber ku dema têjîkderxistinê ye li qadeke firehtir tên dîtin.

Werşeqên Avrasya û Kafkasê bo têjikên xwe ji qul û bexşan derketin

Werşeqên li daristana çamê ya Sariqamîşa navçeya Qersê dijîn ji ber ku dema têjîkderxistinê ye li qadeke firehtir tên dîtin.

Komeleya Siruşta Bakur a ku ji Midûriyeta Giştî ya Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê ya ser Wezareta Çandinî û Daristanê destûr hildabû ev 7 sal e ku heywanan dişopîne.

Werşeqên li herêmên Hamamli, Çemê Avî, Avatûj, Şivasor û Çiyayên Ellahuekberê yên ser Sariqamîşê bilindahiya wan deran ji 2 hezar û 200 metreyî dest pê dike û heta 3 hezar metreyî dewam dike, dijîn bi makîneyên wêne û dîmen kişandinê yên veşartî va tên kişandin.

Di xebatên sala par ji bo werşeqên koka wan li ber qelandinê ye hat kirin da derket holê ku werşeqên Kafkas û yên Avrasyayê bi hev ra dijîn.

- Werşeq ji bo têjikên xwe têr bikin derdikevin

Koordînatorê Zanistê yê Komeleya Siruştê ya Bakur Emrah Çoban daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew di bin tevdîran da geşedanên jiyana rojane ya li siruştê dişopînin.

Çoban got ku ew didin pey sinyalên ji werşeqan tên û wiha domand: "Werşeq bi taybetî bi şev derdikevin û ji bo xwarinê digerin. Niha dema têjikanînê ye. Werşeq ji bo têjikên xwe têr bikin derdikevin û li qadeke fireh digerin."

Di berdewamiya axaftina xwe da Çoban destnîşan kir ku werşeqên Avrasya û Kafkasê bi taybetî ji bo têjikên xwe têr bikin ji qul û bexşan derdikevin û li xwarinê digerin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE