Wesaîta 92 salî wek roja ewil dişixule

“gelek kes dixwazin wesaîtê bikirin. Lê ez nikarim bifroşim.”

Wesaîta 92 salî wek roja ewil dişixule

Kêfa wesaîta klasîk

Ev 13 sal in wek çavê xwe li wesaîta 92 salî dinêre. Ali Can Özenê ku li elezîzê dijî dema bi wesaîta xwe ya klasîk li bajêr digere, bala her kesî dikişîne. Özen dibêje: “gelek kes dixwazin wesaîtê bikirin. Lê ez nikarim bifroşim.”

Wesaîta 92 salî ku di 1929an de hatiye çêkirin, dema derdikeve kuçe û kolanên bajêr bala her kesî dikişîne.

Ali Can Özenê ku li Elezîze dijî, di sala 2008an de li Antalyayê ev wesaîta klasîk kirî û anî Elezîzê.

Ji wê rojê û vir ve wekî çavê xwe lê dinêre.

“ Wesaîta min da sala 1929an de çêbûye. Lê di sala 1959an de hatiye Tirkiyê. Her tiştên wê orjînale e û bêpirsgirêk dişixule.”

Özenê ku wek çavê xwe li wesaîta klasîk dinêre, hemû teklîfên firotinê jî red dike.

“Ji bo erebeya min 500 hezar lîre teklîf kirin lê min dîsa qebûl nekir. Xwedê hez bike ez ê heta dawî nefiroşim.”

Ali Can Özenê ku wek çavê xwe li wesaitê dinêre, carna jî mêvanên xwe lê siwar dike û li nava bajêr digerîne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE