Wesiyeta Schwarzê Elman

Xwest li gundê Murathanê li cem dostê xwe Mehmet bê definkirin.

Wesiyeta Schwarzê Elman

Mihemed Sıddık Yildirimê ji Ağrıyê û Karl Rainer Schwarzê Elman beriya 35 salan li Elmanyayê hev û din nas kirin û bûn dost. Mihemed Sıddıq çû ber rehma xwedê û li Ağrıyê hat definkirin. Dostê Mihemed, Rainer Schwarz jî di wesiyeta xwe de xwest li cem dostê xwe were binaxkirin. Wesiyeta Schwarz herî dawî bi cih hat.

Mihemed Sıddık Yıldırımê Ağrıyî beriya 35 salan ji bo xebatê çû Elmanyayê.

Mihemed Siddiq û Raıner Schwarzê Elman li wirê bûn dost û dostiya wan bi salan dewam kir.

Dûv re Mihemed Siddiq hat Ağrıyê û li gundê xwe Mûradxanê wefat kir.

Dostê wî Schwarzê Elman jî di wesiyeta xwe de xwest gava bimire li cem dostê xwe were binaxkirin.

Piştî wefat kir wesiyeta Schwarz bi cih hat û ew jî li cem dostê xwe Mihemed hat definkirin.

Mixtarê gundê Mûradxanê Zeki Yanar dibêje,“Schwarz bi wesileya Mehmet bûbû Misilman û navê xwe jî kiribû Elî.”

Zarokên Mihemedê rehmetî jî dibêjin,”Me wek bavê xwe ji Elî Schwarz hez dikir û ew Misilman bû.”

Her du dostên jidil wê êdî hete ebedê li cem hev bin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE