Bihar hat û xelkê derdora Mêrdînê berê xwe didin Ava Spî. Cihên bêhnvedanê yên li ber Ava Spî bi mêvanan şên ûqelebalix e.
Ava Spî, di navbera Midyad û Nisêbînê de diherike.
Hema ku dinya dibe bihar, derûdora vê ava paqij bi însanan tijî dibe.
Îsal jî ku dinya hinekî xweş bû, xelkê herêmê berê xwe da cihên bêhnvedanê yên Ava Spî.
Kesên ku tên vir, li ber ava zelal bêhna xwe vedidin û wexteke xweş û aram derbas dikin.
Helbet Ava Spî bê ribab jî nabe…