Berf heliya, bihar hat û niha li deşt û zozanan heyama berhevkirina giyayan e. Cehter jî yek ji wan giyayan e. Tehm û bêhna wê gelek xweş e û ji bo gelek derdan jî derman e.
Li Mêrdînê jin derketin deşt û zozanan û cehterê berhev dikin.
Cehterê yek bi yek berhev dikin, didin serhev û paşê jî li bazarê difiroşin. Ji bo gelek kesan jî dibe debar.
Ji “Koperatîfa Cehter”ê jî jin hatin alîkariyê.