Wextê berhevkirina pembo ye

Cotkarên Kızıltepeyî dest bi komkirina pembo kirin

Wextê berhevkirina pembo ye

Li herêmê bi hatina payîzê re, cotkaran dest bi komkirina pembo kirin. Li Kızıltepeya Mardinê jî heyama berhevkirina pembo dest pê kir.

Her sal bi hatina payîzê re cotkar dest bi komkirina pemboyan dikin.

Li Kızıltepeya Mardinê jî cotkaran di meha Nîsanê de li ser 60 hezar donim erd, pembo çandin.

Cotkarên Kızıltepeyî bi hatina Cotmehê re, dest bi berhevkirina pembo kirin. Êdî cotkar bi makîneyên mezin pembo radikin. Bi saya van makîneyan, him cotkar rehet in him jî veberhênan baştir dibe.

Ji bo aboriya Qoserê hilberîna pembo gelek girîng e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE