Li Pervariya Siirtê wextê berhevkirina gıvîjan e. Givîjên ku li çolê xwebixwe çêdibin pir xweş û organîk in. Welatî kismekî givîjan ji bo xwarinê, kismekî wan jî ji bo firotinê berhev dikin.
Li herêmê komkirina givîjan dest pê kir.
Givîjên ku li xwezayê xwebixwe çêdibin him pir xweş in, him jî bi kêrî debara xelqê tên.
Xelkê Pervariya Siirtê di payizê de ji bo komkirina givîjan berê xwe didin çol û çolterê.
Welatî givîjan tenê naxwin. Qismekî wan jî li bazarê difroşin û qederek be jî pê îdareya xwe dikin.
AA