Bihar hat û dinya xweş dibe. Her sal van çaxan jî wextê kesaxa daran e. Li wanê jî xebata kesaxtina daran dest pê kir. Endazyarê zîraetê behsa rê û teknîkên kesaxê kir. Bi saya kesaxê fêkiyên daran biqalîte dibin.
Bi hatina biharê re hewa xweş bû û wekî gelek cihên herêmê li Wanê jî kesaxtina daran dest pê kir.
Piştî kesaxê dar zûtir mezin dibin û qalîteya fêkiyên wan zêde dibe.
Lê gelo divê kesaxtin çawa bê kirin?
Endazyar Deniz Uğur Güzel behsa rê û rêbazên kesaxtinê kir.
Li herêmê kesaxa daran nêzî 3 mehan dewam dike.